Gundên Minbicê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Gundên Minbicê hatin topbarankirin
26 gulan, 2024   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, gundên Toxar ê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê û gundê Ewn Dadat ê bakurê bajarê duh derengî şevê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA