Mafnasekî Misrî: Doza Abdullah Ocalan dozek navneteweyî ye

Endamê Amnesty û çalakvanê mafên mirovan ê Misrî Alaa Selama diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan ji gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re hatiye şandin da ku zextê li Enqereyê bike ku "Mafê Hêviyê" ya ku Dadgeha Ewropayê di 2014ˊan daye, bide.

Mafnasekî Misrî: Doza Abdullah Ocalan dozek navneteweyî ye
4 îlon, 2025   04:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Mafnas û şêwirmendê mafên mirovan ê Misrî, Serokê Meclisa Rêvebir a Dar Al Adala ya Navneteweyî û Parêzeriyê, û endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) Dr. Alaa Selama aşkera kir ku tîma parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan doza wî ji bo gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî şandiye, da ku zextê li rayedarên Tirkiyeyê bikin, ku mafên wî yên qanûnî yên ku di peymanên navneteweyî de hatine garantîkirin, bidin wî.

Selama da zanîn ku nivîsgehên mafên mirovan hewl didin doza Rêber Abdullah Ocalan bikin dozeke navneteweyî û wê di medyayê de belav bikin, da ku welat û saziyên navneteweyî der barê şert û mercên ragirtina wî de agahdar bibin.

Selama destnîşan kir ku ji bo ku Enqere tedbîrên giran li ser Rêber Abdullah Ocalan rakin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê, divê zextên li ser Enqereyê zêde bin. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 2014`an de biryarek dabû, ku girtina muebed bêyî derfeta şertên berdanê binpêkirina rêgeza "Mafê Hêviyê" ye, lê ev maf ji bo Rêber Abdullah Ocalan ku ji 1999ˊan ve li Îmraliyê ragirtiye, nehatiye bicihanîn.

(k)

ANHA