DAIŞ`ê ragihand ku wê teqîna li Pakistanê kiriye

Çeteyên DAIŞ`ê ragihandin ku ew berpirsên teqîna “xwekuj” a li ayaleta Belûcîstan a Pakistanê ne ku di encamê de 15 kes hatin kuştin û herî kêm 38 kes birîndar bûn.

DAIŞ`ê ragihand ku wê teqîna li Pakistanê kiriye
3 îlon, 2025   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

DAIŞ`ê li ser hesabên xwe yên propagandayê yên medya dijîtal ragihand ku wê “teqîna xwekuj” a li ayaleta Belûcîstanê ya Pakistanê kiriye. 

Wezîrê hundir ê Blucistanê Hamza Şafqat ragihandibû ku di êrişê de herî kêm 38 kes birîndar bûye û 15 jî hatine kuştin. Şafqat aşkera kir ku êrişker 8 kîlogram teqemenî li rawestgeha erebeyan a stada werzîşê ya ku bi sedan endamên Partiya Nîştimanî ya Belûcîstanê li wir bûn, teqandiye.

(şx)