`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, aliyên ku danûstandin û diyaloga li Parîsê asteng dikin, aşkera kir. Elî destnîşan kir ku pêvajoya dewletên navendî êdî bi dawî dibe û serdema zêrîn a nenavendîbûnê dest pê dike.

`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`
`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`
`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`
`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`
`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`
`Li gorî nîşaneyan dema navendîbûnê qediya serdema zêrîn a nenavendîbûnê destpê kir`
3 îlon, 2025   20:59
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demorkratîk (MSD) civînek li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Nûnerên gelek partiyan û hevserokê nivîsgehê Hesen Mihemed Elî hazir bûn. 

Elî dîroka herêmê ji lihevkirina Sykes-Picot heta roja îro, guhertinên piştî wê çêbûne û gelek mijarên din nirxandin. Lê ya herî girîng xalên girêdayî Sûriye û danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Şamê re bûn.

Elî diyar kir ku guhertin li Rojhilata Navîn tê û pêvajoyên derbasbûyî vê yekê piştrast dikin. Elî destnîşan kir ku nîşaneyên vê pêvajoyê, ji şerê yekemîn ê Kendavê û hilweşandina rejîma Baasê li Iraqê ve dest pê kirine.

Der barê rewşa Tirkiyeyê de û danûstandina wê têkildarî doza Kurd Elî got: “Şîn li Îranê bû lê sersaxî dê li Tirkiyeyê be. Dibe êriş rasterast nebûn lê Tirkiye di aliyê siyasî de hate dorpêçkirin, lewma bilez xwe gihand Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku xwe xilas bike. Ev jî bêçaretiya Tirkiyeyê nîşan dide ku nikare doza Kurd ji holê rake, ji ber wê bilez dest bi danûstandinan kir.

Elî anî ziman ku guhertinên li dewletên cîhanê çê dibin, bandor li Sûriye û siberoja wê kirin û got: “Sînorên siyasî yên niha dê neyên guhertin, lê dê mekanîzmeyên nermtir bên dîtin, navendîbûna dewletê ya ku dê bazirganiyê bi dewletên herêmê re asteng bike, ji holê rabe. Bi rastî dê nenavendîbûn bi dest bikeve bi taybet li Sûriyeyê ku ji gelek aliyan re, armanceke jeosiyasî ya girîng e.”

Der barê sedema guhertina cihê lidarxistina civînên danûstandinan di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Veguhêz a Şamê de Elî got: “Brîtanî hêvî dikin ku berjewendiyên xwe li herêmê biparêze. Lewma piştgiriya şepêla îxwan muslimîn dikin ku navenda wan a sereke piştî Qahîrayê, li Londonê ye. Ev şepêl jî, dewleta Tirk e ya ku danûstandinên li Parîsê asteng kirin. Berovajî wê fransî û amerîkê dixwazin modela nenavendîbûnê deynin ser masayê.”

(şx)

ANHA