Mafên gelê Kurd di destûrên Sûriyeyê de çawa hatin paşguhkirin?

Ji dema ku Sûriyeyê serxwebûna xwe di sala 1946`an de ragihand, li welat gelek destûrname hatine danîn û gelek şêweyên desthilatdariyê hatin pêkanîn. Lê di van destûrnameyan de mafên Kurdan tim hatine paşguhkirin.

Mafên gelê Kurd di destûrên Sûriyeyê de çawa hatin paşguhkirin?
14 adar, 2026   04:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Gelê Kurd duyemîn koma etnîk a herî mezin e li Sûriyeyê. Bi dehan salan e, ew ji hêla destûrî û siyasî ve rastî paşguhkirina hebûna xwe ya neteweyî hatine û êş kişandine. Destûrên Sûriyeyê yên di pêvajoya cuda yên temenê dewleta Sûriyeyê de Kurd nas nekirine û ziman, çand û beşdariya wan a siyasî hatiye qedexekirin. Pirsgirêka naskirina cihêrengiya neteweyî û çandî di nav civaka Sûriyeyê de hîn jî çaresernekirî ye, bi taybet der barê mafên gelê Kurd de.

Ji destpêka sedsala 20`an ve, li Sûriyeyê destûrname hatine sazkirin, ji serdema piştî Dewleta Osmanî ta dema desthilatdariya serdema derbeyên leşkerî û ta rejîmên otorîter ên dema niha.

DESTÛRA SALA 1920`AN

Destûra sala 1920`an di dema serdestiya Qral Feysel de piştî ragihandina Qralîtiya Erebî ya Sûriyeyê hate derxistin. Ew wek destûra bingehîn a yekem a Sûriyeyê ya nûjen tê hesibandin, ku ji hêla Kongreya Giştî ya Sûriyeyê ve di 13`ê Tîrmeha 1920`an de, tenê çend roj berî Şerê Meyselûnê û ketina hêzên Fransayê nav Sûriyeyê, hate pejirandin.

DESTÛRA 1930`AN

Destûra sala 1930`an di serdema desthilatdariya Fransayê de hate derxistin. Wê navendîbûna dewletê parast û naskirina pirrengiya neteweyî nepejirand.

Di navbera salên 1937 û 1939’an de, herêma Cizîra Sûriyeyê rastî aloziyên siyasî ya zêde hat ku di sala 1938’an de gihaşt lûtkeya xwe. Ev krîz di çarçoveya Peymana Serxwebûnê ya sala 1936’an a di navbera hikumeta Sûriyeyê û rayedarên Fransayê de derket holê.

Li bajar û bajarokên herêma Cizîrê nerazîbûn û aloziyên siyasî yên berfireh rû dan. Komîteyên herêmî hatin avakirin ku ji navdarên Kurd û Xiristiyan pêk dihatin, da ku reformên îdarî û siyasî bixwazin. Hikumeta navendî ev daxwaz red kirin, ew wek gefeke li ser yekitiya neteweyî bi nav kirin.

Di encamê de, rayedarên Fransayê mudaxele kir da ku krîzê bi rê ve bibin. Vê yekê rewşa siyasî ya herêmê aloztir kir. Li ser van daxwazan tu lihevkirin nehat kirin û nakokiyên di navbera hikumeta navendî û hêzên herêmî de berdewam kir. Di sala 1939`an de, Fransayê ji aloziya siyasî sûd wergirt û destûra Sûriyeyê rawestand, parlamento hilweşand û welat ji bo demekê vegerand ser desthilatdariya rasterast a Fransayê.

DESTÛRA 1950`YAN

Piştî serxwebûna Sûriyeyê ji Fransayê di sala 1946’an de, destûra 1950’an hate sazkirin, lê ew jî bendên ku mafên neteweyî yên pêkhateyên ne-Ereb nas dikin, tê de nehişt.

DESTÛRA 1973’YAN

Di dema desthilatdariya Hafiz Esed de, piştî ku Partiya Baas desthilatdarî bi dest xist, Destûra 1973’yan hate derxistin. Wê desthilatên berfireh da serok, dewleta navendî xurt kir û mafên neteweyî yên pêkhateyên ne Ereb nas nekirin.

DESTÛRA SALA 2012’AN

Di bin serokatiya Beşar El Esed de, destûra sala 2012`an hate derxistin. Wê sîstema navendî parast û der barê naskirina pirrengiya neteweyî de tu guhertinên bingehîn nepejirandin.

DANEZANA DESTÛRÎ YA DEMKÎ YA SÛRIYEYÊ YA 2025’AN

Di 13`ê Adara 2025`an de, Danezana Destûrî ya Demkî ya Sûriyeyê ya 2025`an ji aliyê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara ve piştî hilweşîna rejîma Baasê di dawiya sala 2024’an de hate pejirandin. Danezana Destûrî ya Sûriyeyê ji ber dûrxistina komên Sûriyeyê ji beşdarbûna di nivîsandina wê de, gelek nakokî derxistin holê. Danezana Destûrî metnên destûrên berê neguherand; berevajî vê, wê desthilatdarî di destê serok de kom kirin û nekarî çareseriyên zelal ji bo mijara naskirina cihêrengiya neteweyî û çandî ya welêt pêşkêş bike. Ev danezana destûrî tê plankirin ku pênc salan (2025-2030) heya ku destûrek nû ya daîmî were nivîsandin, bimîne.

Ezmûna Sûriyeyê nîşan dide ku destûrên ku di du sedsalên dawî de hatine nivîsandin, giranî dane ser têgeha dewletek navendî û nasnameya Erebî û cihêrengiya neteweyî û çandî di nav civaka Sûriyeyê de paşguh kiriye.

Di demên dawî de, di 16’ê Çileya 2026’an de, serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara, biryarnameyek derxist, tê de diyar kir ku welatiyên Sûriyeyê yên bi eslê xwe Kurd "beşeke bingehîn û yekpare ya gelê Sûriyeyê ne û nasnameya wan a çandî û zimanî beşek nasnameya neteweyî ya yekgirtî û cihêreng a Sûriyeyê ye." Lê çavdêran diyar ku ev têrê nake ger di destûrê de neyê bicihkirin.

Gotûbêjên li ser siberoja dewleta Sûriyeyê berdewam dikin. Ji bo bidawîkirina parçebûnê û vegerandina baweriyê, divê peymaneke civakî ya nû ji hêla hemû pêkhateyan ve were sazkirin û destûr pirrengiya neteweyî û çandî nas bike û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê biparêze.

(k)

ANHA