‘Li gorî qanûnên navneteweyî divê sivîl û şervan werin berdan’

Parêzer Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku girtina sivîl û şervanên QSD`ê li gel hikumeta demkî li gorî qanûnên navneteweyî ne qanûnî ye.

‘Li gorî qanûnên navneteweyî divê sivîl û şervan werin berdan’
14 adar, 2026   03:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Şervanên QSD`ê û sivîlên ku di şer de dîl hatibûn girtin, ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve serbest nayên berdan. Parêzer Mehmûd Cemîl ji aliyê qanûnî ve ev mijar ji ajansa me re nirxand û got: “Li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî şervanên QSD`ê yên li gel hikumeta demkî nabe ku wek dîlgirtiyên şer werin pênasekirin, hikumeta demkî ew bi zorê girtine.” 

Parêzer Mehmûd Cemîl di destpêka nirxandina xwe de got: “Şervanên QSD`ê yên bi darê zorê li gel hikumetê girtî ne, li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî nabe ku dîlên şer werin pênasekirin. Ew bi darê zorê têne girtin.”

Çima li gorî qanûnên navneteweyî ne dîlên şer in û girtiyên bi darê zorê ne?, Mehmûd Cemîl bersiva vê pirsê da û got: “Şervanên QSD`ê dema ku li ser bingeha lihevkirinê xwe paşve dikişandin, dîl hatin girtin. Şervan ne di şerê leşkerî yê di navbera du aliyan de dîl hatine girtin. Li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî eger kesên cihê xwe di şerê navbera du artêşên fermî, yan jî şerê di navbera artêşeke fermî û komeke çekdar de negirtibin, nabe ku dîl werin girtin. Şervanên niha li gel hikumeta demkî girtî ne, ne dîlên şer in, ew bi darê zorê têne girtin. Di vê rewşê de li gorî qanûnên navneteweyî divê ew şervan bê şert serbest werin berdan û aliyê ew bi darê zorê girtine, divê werin lêpirsînkirin."

Parêzer di berdewama nirxandina xwe de wiha got: “Di 4 peymanên Cinêvê û peymana Laheyê ya 1907`an de dibêjin girtina bi zorê yan jî windakirina bi zorê kiryarên ji derveyî qanûnên navneteweyî û mirovahiyê ne, ew sûcên şer in. Eger şervanên bi zorê hatine girtin, serbest neyên berdan dibe ku aliyên berpirsyarê vê yekê qanûnî werin lêpirsînkirin."

Şervanên ku bi zorê li gel hikumetê hatibûn girtin, anî ziman ku hinek ji wan li dadgehên hikumetê hatine dadgehkirin, ew sûcdar kirine û îşkence li wan kirine. Parêzer Mehmûd Cemîl ev mijar nirxand û got: “Ew şervan bê bingeheke yasayî hatine dadgehkirin. Ji ber wan dijminahî bi hikumeta femkî re nekiriye. Dema şervanan li gorî lihevkirinê paşve dikişiyan, ew dîl hatin girtin. Li gorî qanûnên navneteweyî di şerên çekdarî de şervan girtî dimînin heyanî ku lihevkirin çêbe û agirbest were ragihandin. Piştî lihevkirinê divê şervanên girtî bêyî ku dereng bikeve, serbest werin berdan.”

Parêzer Mehmûd Cemîl di dawiya nirxandina xwe de wiha got: “Tu hincet nîn in ku heyanî niha şervanên QSD`ê girtî ne. Divê serbest werin berdan. Eger şervan hîna bi zorê têne girtin li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî divê aliyê berpirsyar were lêpirsînkirin.”

Ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl û şervanên QSD`ê ne qanûnî ji aliyê hikumeta demkî ve têne girtin. Li hemû bajarên Rojava malbatên sivîl û şervanên bi zorê têne girtin, çalakvanên siyasî û nûnerên civaka sivîl, çalakiyan dikin. Di xwepêşandanan de bi zorê girtina sivîl û şervanan tê şermezarkirin û daxwaza serbestberdana wan dikin.

Hêjayî gotinê ye ku 29`ê Çileyê lihevkirin di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de çêbû û heyanî niha sivîl û şervanên QSD`ê serbest nehatine berdan.

ANHA