‘Mafê me ye ku em Rêber Apo bibînin’

Xelkê gundewarên Aliyan got mafê wan e ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin û di nav wan de be.

‘Mafê me ye ku em Rêber Apo bibînin’
4 nîsan, 2026   02:40
BESNA ŞEMO
QAMIŞLO

Xelkê gundewarên herêma Aliyan a Çilaxayê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got mafê wan e ku wî bibînin û pê re têkoşîna xwe ya gihaştina mafên xwe berdewam bikin. 

Abdulhemîd Hisên rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî mirovahiyê ye. Bi Rêbertî re me ronahiya azadî, aştî û demorasiya rast dît. Gelê Kurd rojbûna Rêber Abdullah Ocalan sembola azadiyê dibîne. Bi Rêbertî re rêya gelê Kurd ê dihat înkarkirin û di qirkirinan re derbas dibû, ronî bû. Gelê Kurd ji bo mafên xwe û li hemberî polîtîkayên înkar û helandinê dest bi têkoşînê kir. Rêbertî ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê têkoşîna azadî û aştiyê dike. Em deyndarê Rêbertî ne, Îmralî kir navenda berxwedanê û dibistana îdeolojîk ku rêya hemû gelan ronî bike û berê wan bide azadî û aştiyê.”

Hisên di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Divê hemû gel û bi taybet gelê Kurd li hember tecrîda li ser Rêbertî tê bikoşin û Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Her wiha ez bang li gelên azadîxwaz dikim ku di rojbûna Rêbertî de daran biçînin û dakevin qadan, daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.”

Senadî Xelef got: “Ez rojbûna Rêbertî li hemû gelê Kurd, gelên herêmê, malbatên şehîdan, şervanên YPJ/YPG`ê û gerîla pîroz dikim. Bi jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan re gelê Kurd ji bo azadiyê dest bi têkoşînê kir, dîrok û nasnameya xwe nas kir, çand, ziman û hebûna xwe parast. Bi têkoşîna Rêber Apo tevahiya cîhanê gelê Kurd nas kir û dengê wan bihîst.”

Senadî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo îradeya gelê Kurd bişkînin komplo li hemberî Rêber Apo pêk anîn. Lê belê gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêbertî ji bo azadiyê têdikoşin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin û heyanî pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Helîma Îsa a dayika şehîd Bahoz Xemgîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Jidayikbûna Rêber Apo dayîkbûna gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd û gelên dîtir bigihêjin azadiya xwe Rêbertî têkoşînê dike û rê li pêşiya wan vekir. Bi saya Rêber Apo gelê Kurd bû xwedî îrade, bê tirs mafên xwe dixwaze, tê dikoşe û ji bo azadiyê bedelên mezin dide. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Mafê me heye ku em Rêbertî bibînin, di nav me de be û heyanî bigihêjin mafên xwe li gel Rêbertî tê bikoşin."

ANHA