Beşîr Mele Newaf: Divê bi qasî Kurdan civakên din jî li pêvajoyê bifikirin

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku gelê Kurd di Newrozê de bi yekdengî peyama ku ew ku aştîxwaz in û demokrasiyê dixwazin da û divê bi qasî ku Kurd li vê pêvajoyê difikirin, civakên din jî bibin alîkar.

Beşîr Mele Newaf: Divê bi qasî Kurdan civakên din jî li pêvajoyê bifikirin
4 nîsan, 2026   03:55
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî peyamên ku ji Newroza 2026`an derketine, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bandora wê ya li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê, girîngiya xurtkirina yekitiya Kurdan, mamosteyê Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf ji ANHA`yê re axivî.

Beşîr Mele Newaf bi bîr xist ku taybetmendiyeke cuda ya Newroza 2026`an hebû, ev taybetmendî xwe dispêre hinek guhertin û veguhertinên siyasî li ser asta Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê. Her wiha yek ji hêmanên ku ji ber êrişên li dijî Rojava çêbûn, ew bû ku asta hestiyariya hizirên neteweyî li cem Kurdan derbasî lûtkeya herî bilind bû û wiha got: “Bangewaziyên ku hatin kirin jî ew cihekî dîrokî girtin, dema Kurdan ew tiştên ku HTŞ`ê li ser Kurdan ferz kirin, red kirin jî bertekeke dîrokî bû.”

Beşîr Mele Newaf di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê piştgiriya DYA û dewletên Ereban ji bo xwe sûdek dît ku Rojavayê Kurdistanê hemûyî bidin ber xwe, lê dema bi serpereştiya QSD`ê neqebûlkirinek hate nîşandan, ew bû wek pêngaveke ku li ser asta Kurdistanê û navneteweyî Kurd bi êşekê hîs bikin, vê hişt ku bi yek helwestê rabin ser pêyan.

‘HIKUMET BI GIRÎNGIYA PÊVAJOYÊ NIZANIN’

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye ragihandin, da zanîn ku vê hiştiye ku atmosfera şer were guhertin û hinekî tundiya dewleta Tirk li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê kêm bibe. Beşîr Mele Newaf ev pêvajo jî wekî ku yek ji hêmanên ku hişt Newroza 2026`an ciyawaz be nîşan da û wiha anî ziman: “Kurdan bi yekdengî bang kir ku ew xwedî proseyeke aştîxwaz in û di nava civakan de demokrasiyê dixwazin. Ji bilî aştî û demokrasiyê tu rêbazên guncaw tune ne. Divê bi qasî ku Kurd li vê pêvajoyê difikirin, civakên din jî bibin alîkar.”

Beşîr Mele Newaf têkildarî helwesta dagirkerên Kurdistanê ya li hember pêvajoyê, destnîşan kir ku wan hikumetan heta niha bi pêvajoyê fêm nekiriye, hîn jî gotara nefretê li hember gelê Kurd didomînin. Di çapemeniya xwe de didin nîşandan ku ew naxwazin wêranî û xirabiya ku di 100 salên borî de li hemberî hemû neteweyan hatiye kirin, ji holê rakin.

Beşîr Mele Newaf wiha pê de çû: “Gelê Kurd miletekî hejmara wî ji 60-70 milyonan e û xwedî welatekî resen e, derveyî Îran, Tirk û Ereban xaka Kurdan dagir kirine, ev welat ne welatê Tirk û Ereban e, ev rastiyek e. Statuyên ku berê hatine çêkirin, Kurd jê hatine mehrûmkirin.”

Beşîr Mele Newaf da zanîn ji bo Kurdan tenê entegrasyona demokratîk guncaw e, ji bo ku ev proje bi pêş keve, hêjayî ku dewleta desthildar a ku niyeta xwe li beramberî neteweyan saxlem dibîne, dikare rewşeke guncaw ji bo pêkanîna wê dabîn bike. Hêzên desthilatdar komkujiyên spî û reş jî bi ser gel de anîn, ew tune nebûn, wê demê tê zanîn ku divê bi şêweyekî demokratîk mafê hemwelatîbûnê ji bo wan bê dayîn, mafên wan ên çand û nasnameyê jî bên misogerkirin.

‘HESTÊN CIVAKÊ YÊN BÎRA NETEWEYÎ JI YA PARTÎPERESTAN SADIQTIR IN’

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser yekitiya Kurdan û destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê piştî zêdebûna êrişan Kurd gihaştin astekê û ji wê astê sûd wergirt, ew ast jî avakirina yekitiyê bû, ev yekitî şansekî serdemê ye û wiha got: “Di hêla yekitiyê de civaka Kurd li pêşiya tevger û partiyên Kurdan in, hestên civakê yên bîra neteweyî ji yên partîperestan sadiqtir in. Divê partiyên me bizanin ku yekitî xelateke zêrîn e ji me re, divê em wê li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê îstismar bikin. Divê şerê di nava partiyan de bê derxistin, li şûna wê ew şer bikeve ber xizmeta parastina yekitiya Kurdan.”

ANHA