Omer Ocalan: Gel dixwaza Serok Apo di nava wan de be

Biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, diyar kir ku amedekariyên pîrozbahiyê yên bi munasebeta 77’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bûne û got: “Êdî gelê Kurd, dixwaze Serok Apo di nava gelê xwe de be.”

Omer Ocalan: Gel dixwaza Serok Apo di nava wan de be
3 nîsan, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi munasebeta 77’emîn Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd li her derê pîrozbahî li dar dixe. Navenda pîrozbahiyên îsal gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ye. Mihrîcana ku starta wê li Curnê Reş hate dayîn, dê bi meşa ji gundê Eraxê ber bi Amarayê ve bidomîne. Dê li Amarayê ji bo Abdullah Ocalan paste bê birîn û piştre çalakî bên lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan Omer ocalan qala amedekariyan kir û her kes vexwende Amarayê.

EM LI BENDE GELÊ XWE NE

Omer Ocalan anî ziman ku amedekariyên wan bi dawî bûne û dê şahiya ku îro li Xelfetiyê bi mihrîcanê destpê kir ve heta sibê bidome û ev tişt got: “Em li bende gelê xwe ne. Em ji Bakurê Kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê her kesê vedixwînin ku werin mala Rêbertî lê ji dayik bûye, bibînin. Em Rojhilata Navîn dişopînin, dibînin ku li her derê şer û alozî heye. Bila rojbûn bibe wesîleya yekitiya Kurdan. Ji ber vê rojbûna Serok ji bo me Kurdan pir girtîng e. Serok Apo Kurd bi cîhanê dane nasîn. Bi fikir û felsefeyek xurt Kurd êdcî bi rêxistinkirî ne û doza mafê xwe dikin. Kurd, li Kurdistanê azadî û wekheviyê dixwazin. Plan û bername hatin amadekirin. Ev der ji bo me Kurdan warek dîrokî ye. Em li Amarayê li bende hemû gelê xwe ne.”

KURD AZADIYA FÎZÎKÎ YA SEROK APO DIXWAZIN

Omer Ocalan anî ziman ku bila 4’ê Nîsanê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Serok Apo, ev 27 sal in li zindana Îmraliyê ye. Hinek têkildarî mijara ‘dê cihê Serok çawa be, li Girava Îmraliyê xanî hatiye çêkirin?’ nîqaş dikin. Êdî gelê Kurd dixwaze Serok Apo di nava gelê xwe de be, dixwaze ew bi xwe fikir û felsefeya xwe ji gel re vebêje. Ji bo cihê pêşerojê yê Serok Apo nîqaş tên kirin. Gel azadiya fîzîkî ya Serok Apo dixwaze.”