‘Mafê me ye ku em aqûbeta zarokên xwe bizanin’

Dayikên dîlgirtiyan got mafê wan heye ku aqûbeta zarokên xwe bizanin û yên di girtîgehên hikumeta demkî de divê serbest werin berdan.

‘Mafê me ye ku em aqûbeta zarokên xwe bizanin’
‘Mafê me ye ku em aqûbeta zarokên xwe bizanin’
‘Mafê me ye ku em aqûbeta zarokên xwe bizanin’
‘Mafê me ye ku em aqûbeta zarokên xwe bizanin’
‘Mafê me ye ku em aqûbeta zarokên xwe bizanin’
19 adar, 2026   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Dayikên şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji Çilaxayê ku di şer de dîl hatine girtin, got mafekî wan ê sereke ye ku bizanin çi hatiye serê zarokên wan. 

Temam Mihemed Hisên a ji bajarokê Abra yê Çilaxayê got: “Kurê min di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bû. Piştî xwe ji navendên xwe yên Dêrazorê kişandin, têkiliya me pê re qut bû û em nizanin çi pê hatiye. Tenê ji me re gotin ew di girtîgeha hikumeta demkî de ye. Mafê me ye ku zarokên me û hemû dîlgirtiyên şer serbest werin berdan.”

Temam Hisên bang li hikumeta demkî kir ku lihevkirina 29`ê Çileyê pêk bîne û dosyaya dîlgirtiyên şer were çareserkirin.

Etiya Osman a dayika şervanekî QSD`ê behsa rewşa kurê xwe kir û wiha got: "Kurê min li Dêrazorê bû. Em tu agahiyê jê wernagirin. Ez ji Rêveberiya Xweser, QSD û aliyên têkildar dixwazim ku dosya dîlgirtiyên şer çareser bikin û zarokên me serbest werin berdan."

ANHA