Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike

Dilvîn Ebdulezîz Osman di 2015`an de şeva Newrozê di êrişa çeteyên DAIŞ`ê birîndar bûbû. Dilvîn ji wê demê ve her sal agirê Newrozê gur dike û tev li şahiyên Newrozê dibe.  

Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike
Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike
Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike
Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike
Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike
Birîndara Newrozê 11 sal e agirê Newrozê gur dike
19 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li hemberî polîtîkayên îmha û inkarkirinê Newroz li cem Kurdan bûye sembola berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê. 20`ê Adara 2015`an li taxa Miftî ya bajarê Hesekê dema ku gelê Kurd Newroz pîroz dikir, 2 çeteyên DAIŞ`ê xwe di nava şêniyan de teqand. Di bûyerê de 53 sivîl şehîd bûn û 130 kes birîndar bûn.

Dilvîn Ebdulezîz Osman jî di wê êrişê de birîndar bûye. Temenê wê 14 salî bû û bû şahida êrişa li ser xelkê Hesekê. Dilvînê behsa wê rojê kir û got: “Şeva Newrozê 20`Adarê em li taxê li hev kom bûn û me agirê Newrozê dada. Bi coş û kêfxweşî me awaz digotin û govend digerand. Dema gotin wê teqîn çêbe, xelk hîna ji cihê Newrozê dûr diket, kesekî li ser motorsîklêtê destpêkê xwe teqand. Piştre min dît kesekî bi erebeyeke spî xwe di nava xelkê de teqand.”

Dilvînê hestên xwe yên wê rojê bi bîr xistin û got: “Wê rojê mîna mîna ku qiyamet rabûbe, parçeyên laşên mirovan li her derê bûn. Ew roj ji min re zehmet e, heyanî niha tiştên min dîtin li ber çavên min in.”

Dilvîn jî di wê teqînê de birîndar bûbû. Hîna şopên parçeyan li ser bedena wê hene. Xalê wê û 2 pismamên wê jî şehîd dibin û 5 kes ji malbata wê birîndar dibin.

Dilvîn Osman anî ziman ku wê amadekariyên Newrozê kirine û wiha got: "Min awaz, al û meşale ji bo Newrozê amade kirine û ez ê bi cil û bergên xwe yên kurdî Newrozê pîroz bikim.”

Bijîşk Berzan Silêman jî êrişên di Newrozê de li ser gelê Kurd têne kirin nirxandin û got: “Di pîrozbahiya Newrozê de dema ku êrişî gelê Kurd dikin tê wayeta sedemên siyasî û ewlehî hene. Newroz sembola azadî û rizgarkirina ji zilm û koletiyê ye. Gelê Kurd tu carî koletî û polîtîka înkarê qebûl nekiriye.”

Silêman got: “Çeteyên DAIŞ`ê dema ku şeva Newrozê êrişî gelê Kurd kir, xwest peyameke siyasî bidin. Qedexe dikirin ku gelê Kurd Newrozê pîroz bike. Êrişên li ser gelê Kurd tu carî nebûn asteng û em ê her tim agirê xwe yê Newrozê gur bikin.”

Li Sûriyeyê sala 1986`an dema ku gelê Kurd cejna Newrozê li Şamê pîroz dikir, hêzên rejîma Baasê êrişî gel kir û Silêman Adî şehîd bû. Li Sûriyeyê Silêman Adî yekemîn şehîdê Newrozê ye.

ANHA