Li Şamê bi sedan karmend ji kar hatine derxistin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêbazên derqanûnî bi sedan karmend ji kar derxistine û li şûna wan kesên girêdayî xwe bi cih kirine.

Li Şamê bi sedan karmend ji kar hatine derxistin
19 adar, 2026   05:10
ŞAM

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi sedan karmendên xwedî tecrube, ji kar derdixe û li şûna wan kesên ku zanîngeh nexwendine û tecrubeya wan nîn e, dixe kar. Her wiha karmendên ku nû xistine kar, mûçeyên wan bi dolarên amerîkî didin.

Li gorî çavkaniyên taybet, bi dehan mamosteyên ji gelek parêzgehên Sûriyeyê li pêşiya Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî hikumeta demkî kom bûn û xwest wezîrê perwerde û fêrkirinê bibînin û daxwazên xwe ragihîninê. Mamosteyan nûnerekî xwe şand wezaretê û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Li gorî çavkaniyan, agahiya wezaretê ji rewşa mamosteyan nîn e.

Yek ji mamosteyên ku li pêşiya Wezaretê kom bûbû û nexwest nasnameya wî were naskirin, got: “Li saziyên perwerde û fêrkirinê pêdivî bi mamosteyan hebû û me karê xwe dikir. Lê li gel wezaretê jî navê me wek karmendên zêde hatiye rakirin û qeydkirin. Hinek mamosteyên ji kar derxistine zanîngeh bi dawî kirine û gihaştine asta pisporiyê. Ew mamoste ji kar derxistin û hinek kesên ku zanîngeh bi dawî nekirine, xistin kar. Çawa mamosteyên zanîngeh bi dawî kirine û pêdivî bi wan heye ji kar derxistine û li şûna wan kesên bawernameya zanîngehê bi wan re nîn e, xistine kar? Eger mamosteyên berê ji kar têne derxistin dibe ku agahiyên şaş li ser mamosteyan digihînin wezaretê yan jî di wezaretê de hinek alî hene naxwazin ew mamoste di kar de bimînin û li şûna wan hinek kes têne bicihkirin ku ji Idlibê hatine. Mamosteyên berê wek bermahiyên rejîma berê pênase dikin û ji kar derdixin.”

Heman mamosteyî anî ziman ku mamosteyên çûbûn wezaretê nikarîbûn wezîr bibînin û got: “Heyanî ku em pirsgirêka xwe bigihînin aliyên têkildar em ê hewldanên xwe bidomînin.”

Li gorî çavkaniyan hikumeta demkî ji saziyên çapemeniyê jî gelek rojnamevan bi hinceta dema peymana wan qediyaye, ji kar derxistine.

Karmendên berê mûçeyên xwe bi lîreyên Sûriyeyê (derdora milyonek lîre) werdigirtin. Karmendên nû dest bi kar kirine, mûçeyên wan bi dolarê amerîkî tê dayîn. Hinek ji wan 700 dolar û hinek jî 3 hezar dolar werdigrin.

Li gorî agahiyên berdest, kesên ku ji aliyê hikumeta demkî ve dikevin kar, zêdetirî xwe ji Idlibê ne û xaniyên dewletê didin wan.

Rojnamevanên ku ji kar hatine derxistin, got zilmeke mezin li wan hatiye kirin. Karmend ne li gorî şiyan û bawernameyên wan dixin kar, li gorî têkilî û eger mirovên wan bin, dixin kar.

Pispor diyar dikin desthilata nû di çarçoveya guhertina xebatkarên berê û kadroyên nû xistina şûna wan de, tev digere. Her wiha karmendên ku mane û ji kar dernexistine, zextê li wan dikin ku dev ji kar berdin. Li şûna wan jî kesên ji aliyê berpirsên hikumetê ve hatine hilbijartin dê bixin kar.

ANHA