‘Mafê hêviyê mafê her kesî ye’

Parêzer Şahî El Elî destnîşan kir ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan dîlgirtî ye û got divê dewleta Tirk zagonên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne.

‘Mafê hêviyê mafê her kesî ye’
11 mijdar, 2025   05:55
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di 2003’yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Piştî serlêdanê di 18’ê Adara 2014’an de DMME’yê biryar da û xwest Tirkiye mafê hêviyê bide Rêber Abdullah Ocalan. DMME’yê Tirkiye di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Di ser vê biryarê re 11 sal derbas bûne lê Tirkiyeyê heya niha ev biryar nas nekiriye.

Endamê Yekitiya Parêzaran a Kantona Firatê Şahîn El Elî der barê mafê hêviyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e ji ANHA`yê re axivî.

Şahîn El Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e di girava Îmraliyê de bi şert û mercên herî zehmet dîlgirtî ye û wiha got: "Li gorî zagonên DMME'yê piştî 25 salan mafê hêviyê heye. Ev mijareke mirovî ye û hemû girtî piştî 25 salan mafê hêviyê heq dikin.”

Şahîn El Elî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk endama DMME'yê, lê li hember vê yekê zagonên dadgehê binpê dike û wiha pê de çû: "Divê Tirkiye li gorî endamtiya DMME'ye careke din li xwe vegere û li gorî zangonên mafên mirovan tev bigere. Ji ber ku heta niha dewleta Tirk hemû zagon binpê kirine û ev yek nayê qebûlkirin."

El Elî da zanîn ku DMME beriya demekê ji Tirkiyeyê re heya Hezîrana 2026 muhlet da û divê heta wê demê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji nû ve were nirxandin û got: "Divê dewleta Tirk heta Hezîrana 2026`an vê pirsgirêkê çareser bike û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

Şahîn El Elî di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ew bi hêvî ne heta Hezîrana 2026’an ev pirsgirêk bi awayekî dadperwer were çareserkirin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were berdan û got: "Tenê bi azadiya Rêber Apo dikare pirsgirên cîhanê û gelê Kurd li ser bingeha azadî û aramiyê werin çareserkirin."

ANHA