Li herêmên dagirkirî sûcên tirkkirin û guhertina demografiyê berdewam in

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin. Dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê demografiya herêmê diguherînin, dest datînin ser milkên şêniyan û wan bi darê zorê koçber dikin.

Li herêmên dagirkirî sûcên tirkkirin û guhertina demografiyê berdewam in
11 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Ji dema dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve di sala 2018`an de û piştî wê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019`an de, sûc û binpêkirinên sîstematîk, guhertina demografîk li van deverên dagirkirî yên Sûriyeyê berdewam dikin.

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, binpêkirinên wek ferzkirina xeracê, zordariya darayî, kuştin, revandin, desteserkirina erdan û firotina milkan, her wiha avakirina wargehan, tên kirin. Li hember van hemû kiryar û sûcên şer jî raya giştî ya navneteweyî bê deng e.

DEMSALA BERHEVKIRINA ZEYTÛNAN BÛYE DEMSALA TALANKIRINÊ

Demsala behevkirina zeytûnan li Efrînê veguheriya demsala tirs û fikarên cotkaran. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku îsal kiryarên talanê bi awayekî xeternak zêde bûne, bi taybet li gundên derdora bajêr ku çete erd û berheman li wir di nava xwe de parve dikin.

Şêxo diyar kir ku talankirin û dizî di bin siya fermî ya "Komîteya Aborî" ya girêdayî qaşo rêveberiya Efrînê de tê kirin û ev komîte binpêkirin û sûcan rewa dike û wan dixe çarçoveyeke qaşo qanûnî.

MALAN DESTESER DIKIN Û WAN DIKIN ‘MILKÊ DEWLETÊ’

Binpêkirin û sûcên li Efrînê talankirina zeytûnan derbas kiriye, êdî malên şêniyan têne desteserkirin û gef li wan tê xwarin ku malên wan bikin "milkê dewletê", eger ew belgeyên xwedîtiyê peyda nekin. Jixwe bidestxistina van belgeyan di rewşên şer de pir dijwar e.

Şêxo destnîşan kir ku ji ber van kiryaran êdî şênî nikarin milkên xwe biparêzin, lewma milkên wan di destê çeteyan de dimînin. Şêxo da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz piştgiriya çeteyan û nişteciyan dikin û guh nadin giliyên şêniyan. Şêxo got: "Îdiayên ku ji hêla hin aliyan ve bi rêya wêne û vîdyoyan li ser vegerandina malan ji xwediyên wan re têne belav kirin ne rast in, û rastiya li ser erdê pir xerabtir e."

‘KOMÎTEYA ABORÎ’; ALAVA TALANKIRINA SÎSTEMATÎK

Şêxo destnîşan kir ku avakirina komîteyek taybet li Efrîn bi navê "Komîteya Aborî" nîşan dide ku hemleyeke talankirinê sîstematîk tê pêkanîn û armanca wê ew e ku şêniyên resen birçî bikin û siyaseta guhertina demografîk berdewam bikin.

Şêxo her wiha got: "Çeteyên Hemzat, Emşat û Ehrar El Şerqiye vanbinpêkirin û sûcan dikin, û ew dixwazin tevlihevî û bêewlehiyê li herêmê pêk bînin da ku dagirkirina Tirkiyeyê ya herêmê dirêj bikin."

FIROTINA MILKAN Û KOÇBERKIRINA BI ZORÊ

Şêxo bal kişand ser firotina sîstematîk a milkên kesên bi zorê koçber bûne û got: "Serçeteykî vê dawiyê kargeheke guvaştina zeytûnan ya şêniyekî bi zorê koçber bûyî girot, ku xwediyê wê niha li bajarê Kobanê dijî."

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ

Parêzer Ciwan Îso ku ji Serê Kaniyê  koçber bûye, diyar kir ku bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên berdewam sûcên li herêmê dirêj dike.

Îso diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Spî di sala 2019`an de li gorî qanûna navneteweyî sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye, ji ber ku bi qasî Sedî 85`ê şêniyên resen ên her du bajaran koçber bûn û bi hezaran malbat li şûna wan hatin bicihkirin.

Îso diyar kir ku guhertina demografîk heta roja îro jî berdewam dike, û hikûmeta veguhêz ji pêkanîna peymana 10`ê Adarê vegera koçberan bo malên wan, direve.

Îso wiha lê zêde kir: "Dagirkeriya Tirk û niştecih jî hewl didin ku dagirkeriya xwe bi hêncetên qanûnî rewa bikin, lewma dest datînin ser milkan yan jî bi zorê dikirin, ku ev mijarek pit xeternak û bandorên wê yên mezin hene."

Îso banga pêkanîna edaletê û hesabpirsîna ji kesên berpirsyarên binpêkirinan kir. Her wiha da zanîn ku vegera koçberan şertekî bingehîn e ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyeyê.

(k)

ANHA