Meclisa Rêveber a kantona Firatê civîna salê li dar xist

Meclisa Rêveber a kantona Firatê di civîna xwe ya salane ya 2025ˊan de xebatên xwe nirxandin û plansaziya sala 2026ˊan danî.

5 ÇILE, 2026   20:04
KOBANÊ

Meclisa Rêveber a Kantona Firatê civîna xwe ya salane ya 2025`an bi tevlêbûna endamên meclisê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a kantonê, Desteya Serokatiya Meclisa Gelan a kantona Firatê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Meclisa Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê li dar xist.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo sersalê hatibû şandin, ji aliyê endama Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Necah Mihêdîn ve hate xwendin.

Rapora salane ya kar û xebatên saziyan ên di sala 2025ˊan de ji aliyê Şêwermedê Qanûnî yê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mistefa Şêx Mislim ve hate xwendin.

Piştî xwendina raporan sînevîzyonek li ser xebatên saziyên xizmetguzariyê di salekê de kirine hat pêşkêşkirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid rewşa siyasî bi awayekî berfireh şîrove kir.

Girêdayî mijarê, rewşa rêxistinî ya salekê, zehmetî û astengiyên sazî pê re rû bi rû mane li pêş ragihandinê girtî dewam kir.

Civîn bi plansaziya xebatê ya 2026ˊan bi dawî bû û wiha ye:

Pêşxistina projeyên aborî û kooperatîfan ji bo başkirina asta aborî û peydakirina derfetên kar.

Pêwîstiya berfirehkirina torên avê, bi taybat li deverên gundewaran ên ku ji ber zuwabûna li herêmê tûşî kêmbûna ava vexwarinê dibin.

Xebitîna li ser pêşxistin û başkirina beşa peywendî û internetê.

Hewldana pêşxistina pergala ragihandinê ya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna hewcedariyên qonaxa heyî.

Zêdekirina xebatên perwerdehî û kalîteyê ji bo hemû karker û rayedarên Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina karûbarên çêtir û pêşxistina xebata sazûmanî.

Pêştgiriya beşa çandiniyê bi peydakirina semad, tov û sotemeniyê, ji ber ku herêm weke herêmeke çandiniyê tê dîtin.

Bi bihayên teşwîqê berhemên çandiniyê ji cotkaran werin wergirtin.

Berfirehkiirna torên kehrebê û xebata tamîrkirina stasyonên kehrebê.

Li herêmên ku dibistan lê tune ne, hejmara dibistanan ji nû ve sererastkirin û zêdekirin.

Zêdekirina xebatên çandina daran ji bo zêdekirina qadên kesk li herêmê û têkoşîna li dijî çolbûn û guherîna avhewayê, li gorî civaka ekolojîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve tê piştgirîkirin.

Piştgirî û pêşxistina beşa tenduristiyê heta astekê ku pêwîstiyên şêniyên herêmê bi cih bîne, bi taybetî avakirina nexweşxaneya nû, ku biryar e di sala 2026`an de biqede û bi temamî bi alav û amûrên bijîşkî yên pêwîst ve were çêkirin.

Vekirina beşek ji bo dermankirina bikarhênerên narkotîkê.

Aktîvkirina komkirina bacê.

Danîna sînorekê ji zêdegaviyên bêserûber ên li ser milkên giştî re.

(sş/fr)

ANHA