Macron banga rawestandina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li Ehmed El Şeri kir ku êrişên li Sûriyeyê rawestîne û ji bo misogeriya yekitiya Sûriyeyê pêwîstî bi bicihanîna Peymana 10ˊê Adarê heye.

Macron banga rawestandina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
18 ÇILE, 2026   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser platfroma Xˊê diyar kir ku bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri re axiviye.

Macron got, "Min fikarên xwe yên zêde ji ber aloziya li Sûriyeyê û berdewama êrişên ku desthilatên Sûriyeyê pêk tînin anîn ziman."

Macron diyar kir ku "Pêwîstî bi rawestandina êrişan heye, divê lihevkirinek der barê entegrakirina Hêzên Sûriya Demokratîk li nava dewleta Sûriyeyê heye, ew jî li gorî nîqaşên Adarê çêbûne. Yekitiya Sûriyeyê û aramiya wê xwe dispêrin wê yekê."

(fr)