Li Reqayê muzexaneyek tê avakirin
Li Reqayê muzexaneyek ku balê dikişîne ser hovîtiya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker tê avakirin.
Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê muzexaneyekê li bajarê Reqayê ava dike. Di ê muzexaneyê de dê wêneyên ku balê dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê werin nîşandan.
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf diyar kir ku avakirina muzexaneyê di Adara îsal de destpê û got ku armanca avakirina muzexaneyê sûcên DAIŞ`ê ku ji sala 2014`an heta 2017`an li herêmê kirine nîşan bidin.
Serfiraz destnîşan kir ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna vê muzexaneyê nin e û destnîşan kir ku di muzexaneyê de dê wêneyên kuştina sivîlan û sûcên li dijî jinan û zarokan, dîsa binpêkirina şûnwarên herêmê werin pêşandan.
Li gorî Serfiraz projeya avakirina muzexaneyê wê çend mehan bi dawî bibe û der barê rûbera wê de ev agahî parve kir: "Dirêjahiya muzexaneyê 16 metreyan û firehiya wê 5 metre ye. Ji derve bi kevirê sor ku dê taybetmendiyeke dîrokî bide muzexaneyê hatiye çêkirin."
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran Serfiraz di dawiyê de diyar kir ku muzexane dê bibe şahid sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê.
(şx)
ANHA