Lindsay Graham hişyariya hilweşîna têkiliyên Washington û Şamê da

Sînatorê Amerîkayî Lindsay Graham da zanîn ku ger hêzên hikumeta demkî ber bi bakurê Sûriyeyê ve bi pêş de biçin wê li gorî "Qanûna Qeyserê" cezayên tund werin birîn. Graham got paşguhkirina hişyariyên Amerîkayê dibe ku zirarên mayînde bide têkiliyên Washington û Şamê.

Lindsay Graham hişyariya hilweşîna têkiliyên Washington û Şamê da
19 ÇILE, 2026   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Sînatorê Amerîkayî Lindsay Graham li ser platforma xwe ya Xˊê nivîsek parve kir û got: "Ger hêzên hikumeta demkî ber bi bakurê welat ve dewam bikin wê ji nû ve cezayên "Qanûna Qeyser" bibirin."

Graham diyar kir ku hikumeta demkî guh nade hişyariyên wî yan jî hişyariyên berpirsên din ên Rêveberiya Amerîkayê û hişyarî der barê berdewama vê yekê de da ku wê "cezayên tund" ferz bikin û zirarên mayînde bigihîne têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hikumeta demkî de.

Sînator Lindsay Graham destnîşan kir ku hewl da bi awayek wekhev bi hikumeta demkî re bide û bistîne lê guh nedan van hewldanan û anî ziman ku ger ev yek berdewam bike dê têkiliyên wê û Washingtonê zirarên mayînde bibînin.

Graham di dawiyê de got ger pêşdeçûn rawestî û paşvekişîn çêbû dibe ku têkiliyên di navbera her du aliyan de werin rizgarkirin û hêvî kir ku hikumetê biryareke biaqilane tev bigere.

(fr)