Jinên Kobanî dijî komkujiyan bang kir

Jinên li bajarê Kobanê, diyar kirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin û bang li cîhanê kirin ku dijî komkujiyan bêdeng nemînin.

Jinên Kobanî dijî komkujiyan bang kir
20 ÇILE, 2026   02:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li bajarê Kobanê, jinan têkildarî komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê pêk anîn, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Eyşe Mihemed: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, berxwedaneke xurt bû, bi hemû hêza xwe têkoşîneke bê hempa li hemberî hovîtiyê dan meşandin. Em jî wek jinên bajarê Kobanê, em ê ber tim li pişt gelê xwe bin û tu carî wan bi tenê nehêlin.

Çeteyan li hemberî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek sûcên şer kirine, komkujî pêk anîn. Ez bang li saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî sucên şer û komkujiyan bêdeng nemînin.

Hewlêr Qehreman: Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujî hat pêkanîn. Cenazeyên Şehîdan di avahiyan de avêtin. Ev tişt li pêş çavên cîhanê pêk hat, lê herkes bêdeng bû.

Li  hemberî komkujî û hovîtiyan gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke bê hempa meşand. Em li pişt gelê xwe ne, çi dibe bila bibe, em ê li kêlek wan bin.

Dunya Mihemed: Em berxwedana pîroz a gelê texên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin. Em jî piştgirtiya xwe ji gelê xwe re nîşan didin. Bi çi awayî dibe bila bibe, em ê wan bi tenê nahêlin.

(h)

ANHA