Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê Çiyayê Kizwan ê Hesekê bombebaran kirin

Navenda Ragihandina QSDˊê daxuyand ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan Çiyayê Kizwan ê başûrê Hesekê bombebaran kir.

Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê Çiyayê Kizwan ê Hesekê bombebaran kirin
19 ÇILE, 2026   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan Çiyayê Kizwan ê başûrê bajarê Hesekê bombebaran kirin, di heman demê de ew dever tê topbaran kirin jî

Navendê aşkera kir ku di heman demê de hêzên QSDˊê li eniya gundê Alya yê bajarê Til Temirê bersiva êrişa çeteyên hikumeta demkî da, zirarên mezin gihandin çeteyan û cebilxaneya wan.

(fr)