Lîjneya Bilind a Bicihanîna Peymana Ewlehiyê ya Iraq û Îranê civiya

Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de li Hewlêrê civiya. Di civînê de bendên peymanê yên ku hatine bicîhanîn hatin nîqaşkirin.

Lîjneya Bilind a Bicihanîna Peymana Ewlehiyê ya Iraq û Îranê civiya
15 tebax, 2026   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa çapemeniyê ya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê der barê civîna Lîjneya Bilind a  Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de li Hewlêrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, "Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Peymana Ewlehiyê ya Hevpar a di navbera Iraq û Îranê de li Hewlêrê civînek li dar xist. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Ebûdî û Wezîrê Karên Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed beşdarî civînê bûn."

Li gor daxuyaniyê, lîjneyê şert û hûrgiliyên peymana ewlehiyê ya hevpar a di navbera Iraq û Îranê de, bi taybetî li ser misogerkirina ewlehiya sînor, pêşîgirtina qaçaxçîtiyê û parastina ewlehî û aramiyê li seranserê Iraqê nîqaş kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku di civînê de, di xalên ku di bendên peymanê de hatine bicîhkirin nirxandin û wiha hate gotin; “Lîjneya hevpar teqezî li ser pêwîstiya berdewamiya têkilî û koordîneya hevpar di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir ku li gorî rênimayên fermandarê giştî yê hêzên çekdar li ser peymana ewlehiyê bi awayekî ku xizmeta berjewendî û serweriya Iraqê bike.”

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Ebûdî ji bo ku bendên peymana ewlehiyê ya hevpar a di navbera Komara Iraqê û Îranê de bişopîne, îro danê sibê gihişt Hewlêrê.