Lihevhatinên Lubnanê û DYA-Îranê di rojeva medyaya erebî de

Geşedanên siyasî yên li Lubnanê li gel lihevhatinên DYA-Îranê û bandorên wan li ser ewlehiya Kendavê û pirsgirêka Xezayê, rojevên medyaya erebî ne.

Lihevhatinên Lubnanê û DYA-Îranê di rojeva medyaya erebî de
27 hezîran, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser mijarên siyasî yên herî girîng ên herêmê, bi giranî pêşketinên têkildarî Lubnanê, lihevhatinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê û siberoja dan û standinên agirbestê li Şerîda Xezayê, nivîsî.

‘PEYMANA ÇARÇOVEYÎ JI BO LUBNANÊ’

Medyaya Lubnanê, li rojnameyên El Şerq El Ewset û El Erebî El Cedîd, bi berfirehî behsa pêşketinên têkildarî peymana çarçoveyî ya ji bo Lubnanê nivîsî.

Rojnameya Lubnanê El Nehar jî bal kişand ser bandorên siyasî yên navxweyî yên peymana çarçoveyî, di rapor û analîzên xwe de diyar kir ku serkeftina peymanê bi wê ve girêdayî ku aliyên têkildar çi qas pabendî pêkanîna wê bin, her wiha bi berdewamiya garantiyên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin peymanê.

Rojnameya Nidaa Al Watan bal kişand ser dabeşbûna siyasî ya der barê peymanê û bandorên wê yên li ser aramiya navxweyî de û têkiliyên Lubnanê yên bi welatên rojavayî û erebî re.

‘SIBEROJA LIHEVKIRINÊN DYA-ÎRANÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewset cihekî girîng da dan û standinên DYA-Îranê û bal kişand ser encamên çalakiya dîplomatîk a di navbera Washington û Tehranê de piştî aloziya dawî ya li herêmê.

Her wiha bandorên van dan û standinan li ser ewlehiya deryayî ya li Tengava Hurmuzê û siberoja hebûna leşkerî ya DYA`ê li Kendavê, ji bilî bandora lihevkirineke li ser aramiya bazarên petrolê û sivikkirina aloziyên herêmî.

‘XEZA Û SIBEROJA PEYMANÊN AGIRBESTÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd li ser berdewamiya dan û standinên nerasterast ên ji bo rêkeftineke agirbestê li Şerîda Xezayê nivîsand û bal kişand ser hewldanên navbeynkarên ji Misir, Qeter û DYA`yê ji bo lihevhatina di navbera aliyan de, her wiha astengiyên ku hîn jî rê li ber gihaştina rêkeftineke dawîn digirin.

Rojnameyê bal kişand ser rewşa mirovî ya li Xezayê, berdewamiya operasyonên leşkerî û bandora wan li ser sivîlan, di demekê de ku bangên navneteweyî ji bo anîna alîkariyê û avakirina agirbesteke mayînde berdewam dikin.

(k)