Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in

Piştî ku piraniya şêniyên bajarê Zirganê vegeriyan malên xwe, êdî jiyana li bajêr hêdî hêdî asayî dibe. Lê şêniyên vegeriyan ji ber kêmbûna xizmetguzariyê û wêrankirina malan li gelek gundan gazinan dikin.

Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in
15 tîrmeh, 2026   03:26
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bajarê Zirganê yê li bakurê Hesekê, di demên dawîn de piştî vegera piraniya şêniyan bo malên xwe, hêdî hêdî vedigere rewşa asayî. Tevî vê yekê, li bajêr hîn jî xizmetên bingehîn kêm in û gelek gund û xanî wêran bûne.

Hevserokê Meclisa Bajarê Zirganê Ebdilezîz El Muhacirî der barê rewşa li bajêr de got: "Rewşa li Zirganê hêdî hêdî baştir dibe, piştî rawestandina êrişan û vegera şêniyan bo malên xwe. Tevî vê yekê, bajar hîn jî bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye, di serî de nebûna xizmetên bingehîn û qutbûna elektrîkê."

El Muhacirî wiha dewam kir: "Rêjeya vegera li bajarê Zirganê gihaştiye bi nêzîkê ji sedî 75’an û li hin gundên derdorê, gihaştiye nêzîkî ji sedî 60. Lê hîn jî hin gund û xanî hene ku bi tevahî wêran bûne ku ev yek vegera gelek koçberan asteng dike."

El Muhacirî destnîşan kir ku meclisa bajêr beşeke astengiyên têkildarî peydakirina elektrîkê li navenda bajarê Zirganê çareser kiriye û wiha dewam kir: "Me piraniya pirsgirêkên têkildarî elektrîkê li bajêr çareser kirin û em niha bi hevkariya Ofîsa Enerjiyê re pirsgirêkê çareser dikin û torên elektrîkê yên li gundên derdora Zirganê sererast dikin. Her wiha em bi Şaredariya Gel re hevkariyê dikin da ku avê ji şêniyan re peyda bikin ku ev yek dê bibe alîkar ku asta xizmetên bingehîn baştir bibe."

El Muhacirî da zanîn ku ew bi hemû derfet û çavkaniyên berdest hewl didin xizmetên bingehîn ji gundiyan re peyda bikin, ji bo sivikkirina barê li ser kesên ku vedigerin malên xwe. Her wiha diyar kir: "Wêraniya ku li bajarê Zirganê û gundên wê hatiye kirin pir mezin e, ev yek destwerdana bilez ji rêxistinên mirovî û alîkariyê hewce dike. Girîng e ku ev rêxistin hewlên xwe li herêmê zêde bikin, piştgirî û alîkariyê bidin şêniyan da ku bandorên wêranî û koçberiyê sivik bikin û ji wan re bibin alîkar ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”

(k)

ANHA