Ajokaran daxwaza tedbîrên ewlehiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê kir

Ajokarên ku rêya Qamişlo-Dêrikê bi kar tînin, ji saziyên pêwendîdar xwest tedbîrên ewlehiya trafîkê li ser rêyê zêde bikin. Ajokaran xwest nîşaneyên hişyariyê werin danîn da ku qeza kêm bibin û herikîna trafîkê hêsan bibe.

Ajokaran daxwaza tedbîrên ewlehiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê kir
Ajokaran daxwaza tedbîrên ewlehiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê kir
Ajokaran daxwaza tedbîrên ewlehiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê kir
Ajokaran daxwaza tedbîrên ewlehiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê kir
15 tîrmeh, 2026   07:01
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Xebatên avakirina xeta navîn li ser rêya Qamişlo-Dêrikê ku yek ji rêyên herî girîng ên herêma Cizîrê ye, berdewam dikin. Ajokaran daxwaza tedbîrên ewlehiya trafîkê kir .

Rê ku zêdetirî 100 kîlometreyan dirêj e, rêyeke sereke ye ku bajar û bajarokên herêma Cizîrê bi hev ve girê dide û bi şev û roj trafîkeke zêde lê heye. Ev yek bûye sedem ku ajokar tedbîrên zêdetir bixwazin da ku ewlehiya rêwiyan di dema pêkanîna projeyê de misoger bikin.

Çend ajokaran destnîşan kir ku nebûna nîşane û tabelayên hişyariyê li hin qadên xebatê, îhtîmala qezayan zêde dike.

Ajokar Merwan Hemmadî diyar kir ku girîng e ku nîşankerên fosforîk li ber cihên kar werin danîn. Hemadî diyar kir ku roniyên dijwar ên wesayîtên ku di şevê de tên jî bandorê li dîtinê dikin û tedbîrên zêde hewce dike da ku ewlehiya ajokar û rêwiyan were misogerkirin.

Ajokar Ebdilcelîl Bedir bal kişand ser girîngiya sazkirina nîşaneyên trafîkê yên zelal ji bo hişyarkirina bikarhênerên rê. Bedir destnîşan kir ku projeya xeta navîn dê di siberojê de bibe alîkar bo rêkxistina trafîkê û veqetandina her du aliyên rê, bi vî rengî ewlehiya rê zêde bike.

Bedir her wiha xwest dema çêkirina derbasgeh û zivirînên rêyê pêdiviyên gundên li ser rê werin berçavgirtin û da zanîn ku li nêzî hin gundan derbasgehên nêzîk tune ne, ji ber vê yekê şênî neçar in ku ji bo gihaştina derbasgehên gundê xwe rêyên dûr û dirêj biçin.

Ajokaran ji rayedaran xwest projeyê li gorî standartên ewlehiya trafîkê temam bikin da ku parastina rêwiyan misoger bikin û xetereyên di dema avakirinê de kêm bikin, heya ku proje bi dawî bibe.

(k)

ANHA