Trump û Zeydî hevdît kir

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku li Koşka Spî Serokê DYA’yê Donald Trump û Elî Zeydî civiyane.

Trump û Zeydî hevdît kir
14 tîrmeh, 2026   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump hevdîtin pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Elî Falih Zeydî îro li Koşka Spî bi Donald Trump re civiyaye.

Li gorî çavkaniyên medyayê, Trump ji Zeydî re “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Iraqê hez dike. Tu rêberekî mezinî û tu dê demek dirêj li ser wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê bimînî.”

Li gorî raporan, peyama Trump nîşan dide ku DYA dixwaze têkiliyên xwe bi Iraqê re berfireh bike, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de.

Di heman demê de, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê îro ragihand ku serdana Zeydî bo Washingtonê ji bo xurtkirina têkiliyên aborî û veberhênanê ye.

Her wisa Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî jî ji çapemeniyê re axivî û got; “Piştî Îlonê ne hewce ye ku komên çekdar li Iraqê bimînin.Piştî 30’ê Îlonê, emê nehêlin ku tu komên çek hebin û divê çek di destê dewletê de bin. Leşkerên Amerîkî jî wê ji Iraqê vekişin.

Çek ji hejmareke mezin ji komên çekdar hatine desteserkirin. Xaleke girîng di rojeva hikûmeta Iraqê de ewe ku divê çek di destê dewletê de bin. Ev biryar hatiye dayîn û tu vebijarkek din tune. Hinek ji van koman niha bûne partiyên siyasî û guherîne. Di dawiya vê salê de, emê mezintirîn kongreya serweriya neteweyî ya Iraqê ragihînin. Biryara Iraqê di destê Iraqiyan de ye. Hêzên ewlehiyê dikarin axa xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, emê piştî Îlonê rê nedin ku tu komek çekdar li Iraqê hebin.”

Herî dawî Elî Zeydî bal kişand ser têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê û got: “Weke yek parçe temaşeyî Iraqê dikîn. Kurdistan beşeke girîng a Iraqê ye. Ji deverên din ên Iraqê ti ferqa wê nîne.”

Piştî van gotinên Zeydî Trump piştgiriya xwe ya ji bo gotinên Zeydî ên li ser Iraq û Kurdistanê piştrast kir.