Li Zanîngeha Kobanê bi boneya 1ˊê Mijdarê panel

Zanîngeha Kobaniyê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê bi navê "Ji man û nemanê ber bi dengvedana li cîhanê" panel bi beşdariya berfireh a akademisyen û siyasetmedaran li dar xist.

30 cotmeh, 2025   17:32
KOBANÊ

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê Zanîngeha Kobaniyê panelek bi navê "Ji man û nemanê ber bi dengvedana li cîhanê " li dar xist. Di panelê de akademisyen û siyasetmedar amade bûn. Panel li ser 3 başan hat birêvebirin ku tê de nîqaş jî li ser serboriya Kobanê ya rizgariyê û rola jinê di berxwedanê de, û astengiyên li pêş herêmê, hatin kirin.

Panel bi axaftinên fermî yên zanîngehê û yên Rêveberiya Xweser hat vekirin, piştre fîlmek li ser Roja Kobanê ya Cîhanê ku rûdana guhartinên dîrokî û civakî yên ku bajar tê de derbas bû hat pêşkêşkirin.

Beşa yekem a panelê ya bi navê "Kobanê weke sembola berxwedanê û dîstansên wê yên siyasî, dîrokî û cîhanê" ji hêla moderatoriya parêzer Enwer Mislim ve hat birêvebirin. Di panelê de fermandarê QSDˊê Mehmûd Berxwedan, nivîskar Sefqan Kobanî û siyasetmedar Gêlo Îsa axivîn.

Beşa duyem jî li ser "Tevgera Azadiya Jina Kurd û Berxwedana Serdemê" bi beşdarbûna Dr. Isabelle Kaser û çalakvana femînîst a li dijî şer Hozan Mehmûd bi moderatoriyê mamoste Newroz Reşo bi rê ve çû. Beşdaran di vê beşê de bal kişand ser rola jinan di avakirina projeya azadiyê de û rola wê di civakê de.

Panel di beşa xwe ya sêyem de li ser "Kobanî di navbera xweliya şer û çirûskên geşedanê de" bi beşdarbûna Dr. Luqman Guldivê û nivîskar Aras Hiso bi moderatoriya mamoste Hîva Mihemed Elî bi dawî bû. Di vê beşê de li ser astengiyên niha û rola Kobanê weke navenda fikrî û berxwedanî li herêmê nîqaş hatin kirin.

Panel bi gotûbêjên vekirî ji hêla beşdaran ve ji bo belgekirina serboriya Kurdî di çarçoveya xwe ya dîrokî û mirovahî de û tekezkirina têgihiştina têkoşîna Kobanê weke sembola berxwedanê bi dawî bû.

(sş/fr)