Li rojhilatê Reqayê karkerekî ji bo şoka kehrebê jiyana xwe ji dest da

Li rojhilatê Reqayê, dema karekerekî Desteya Enerjiyê xeteke kehrebê li herêmê çaksazî dikir, bi şoka kehrebê jiyana xwe ji dest da.

Li rojhilatê Reqayê karkerekî ji bo şoka kehrebê jiyana xwe ji dest da
30 cotmeh, 2025   17:07
REQA

Li gundewarê rojhilatê kantona Reqayê karkerê Desteya Enerjiyê Mihemed Hemed El Hesad (40) dema ku di çaksazkirina xetek kehrebeyê de dixebitî, ji ber şoka kehrebeyê jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyer berî 4 rojan qewimîbû, dema kehrebe li El Hesad dide radikin nexweşxaneyeke bajarê Helebê, lê li gorî agahiyên ji bajarokê Semra yê gundewarê Reqayê, El Hesad îro jiyana xwe ji dest da.

(mh/fr)

ANHA