Li Yemenê rola jinan a di avakirina aştiyê de tê nîqaşkirin

Jinên yemenî di Lûtkeya 7ˈemîn a Jinan de beşdarbûna jinan di biryargehan û pêvajoya aştiyê de nîqaş dikin.

Li Yemenê rola jinan a di avakirina aştiyê de tê nîqaşkirin
3 kanûn, 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya zêdetirî 200 jinên ji Yemenê, duh Lûtkeya 7ˈan a Jinan li bajarê Edenê dest pê kiribû û di roja xwe ya duyemîn û dawîn de dewam dike.

Di lûtkeyê de cîgirê nûnerê Neteweyên Yekbûyî, balyozên Yekitiya Ewropa û Hollandayê amade ne.

Di roja yekemîn a lûtkeyê de 5 rûniştin bi mijarên dosyaya siyasî, pêvajoya aştiyê, rola çavdêrî û îslahkirina parlamento û edaletê, parastina mafên jinan, binpêkirinên mafên mirovan, astên tundiya li ser jinan û yekbûna xizanî û wekheviyê, hatin lidarxistin.

(bb)