Zêdetirî 900 kesên astengdar hewcedarê alîkariya lezgîn in

Rêxistina Nûdem diyar kir ku 925 kesên astengdar li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Efrîn- Şehbayê, pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye. Rêxistinê bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya kesên astengdar bike.

Zêdetirî 900 kesên astengdar hewcedarê alîkariya lezgîn in
3 kanûn, 2024   12:42
QAMIŞLO

Bi boney 3ˈyê Kanûnê Roja Kesên Astengdar a Cîhanê, Rêxistina Nûdem a Geşepêdana Mirovî daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya rêxistinê ya li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ji aliyê rêvebera rêxistinê Davyan Mehmûd ve hate xwendin

Rêxistinê di daxuyaniyê de pişgiriya xwe ji bo koçberên Efrîn û Şeba anî ziman û diyar kir ku li van herêman û li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 925 kesên astengdar di nav wan de zarok jî hene.

Rêxistinê bi bîr xist ku ev 4 roj e ji ber koçberbûna bi darê zorê êş û azara sermayê dikşînin.

Rêxistinê aşkere kir ku ev kes ji bo bidestxistina stargeh û guhpêdanê, her wiha ji bo çûn û hatinê û gihîştina cihên ewle û navendên tenduristiyê rastî zehmetiyên mezin tên.

Rêxistina Nûdem bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên mafên astengdaran û saziyên navneteweyî û herêmî kir ku di "van demên dijwar de alîkariya mirovî ya pêwîst pêşkêş bikin û ji bo astendaran mercên jiyanek bi rûmet peyda bikin".

(k)