Li Yemenê êrişa li dijî keştiyekê

Li gorî Desteya Çalakiyên Bazirganiyê yên Deryayî ya Brîtanyayê, li Yemenê nêzî beravên Hudeydeyê 3 top li keştiyekê ketine.

Li Yemenê êrişa li dijî keştiyekê
10 cotmeh, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çalakiyên Bazirganiyê yên Deryayî yên Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li gorî raporeke gihaştiye ber destê wê, bûyer li başûrê rojavayê Bendera Hudeydeyê çêbûye û têkildarî bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

Desteyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku kaptanê keştiyê agahdar kiriye ku 3 top li keştiyê ketine, zirar çêbûye lê windahiyên canî çênebûne.

Desteyê di daxuyaniya xwe de got heta niha tu aliyek berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe û di heman demê de piştrast kir ku keştî rêya xwe heta bendera din didomîne.

(şx)