1331 kes ji Lubnanê hatine taxa Şêxmeqsûd a Helebê
Hejmara kesên ji Lubnanê berê xwe daye taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bû hezar û 331.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 1ˈê Cotmehê ji bo kesên ji ber şerê li Lubnanê têne herêmê, maseya krîzê ava kiribû. Endamên maseyê ku ji saziyên têkildar pêk tê, pêwîstiyên koçberên li Lubnanê tên, bi cih tîne.
Li gorî agahiyên ku endamên maseyê dane ajansa me, heya niha hezar û 331 kes ji Lubnanê hatine ku di nav de yên lubnanî jî hene.
Maseyê diyar kir ku hatina şêniyan a ji Lubnanê dewam dike.
Jina bi navê Meqbûla Remedan a ji Lubnanê hatiye, hêvî kir ku şênî alîkariya wê bikin û got nexweşiya dil pê re heye û kurekî wî jî ji pergala nefesê zehmetiyan dikişîne ku pêwîstiya wan timî bi dermanan heye.
Meqbûla diyar kir ku komîn û meclisê xaniyeke ji 2 odeyan pêk tê, daye wê û zarokên wê.
Meqbûla behsa rêwîtiya hatina ji Lubnanê jî kir û got wê nekarî xwe bigihîne Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê, lê di rêyên zor û zehmet ên bi lêçûna giran hatine Şêxmeqsûdê. Her wiha bi bîr xist ku 4 rojan di rê de man û heya xwe gihandin Şêxmeqsûdê.
Hejmara kesên ku ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 18 hezar û 546. Di nava wan de 58 lubnanî jî hene.
(bb)
ANHA