Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 18 kes hatin kuştin

Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê jin û zarok di nav de herî kêm 18 kes hatine kuştin û bi dehan birîndarî çêbûn. Hemasê ragihand ku wê pêşniyara ji bo agirbesta 60 rojî qebûl kiriye.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 18 kes hatin kuştin
19 tebax, 2025   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), di êrişên hewayî û bejahî yên Îsraîlê yên li dijî nuqte û taxên cuda yên li Şerîda Xezayê de, jin û zarok di nav de herî kêm 18 kes hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

WAFAˊyê diyar kir ku di êrişa li dijî koneke koçberan a li nêzî fakulteyek zanîngehê ya li rojavayê Xan Yûnisê di nav de zarokek, 2 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên bijîşkî jî daxuyand ku li herêma Mewasî jî bi heman rengî êriş li dijî koneke koçberan hate kirin û di encamê de 4 cenaze û hejmarek birîndar gihîştine nexweşxaneya li herêmê.

Nexweşxaneya Şehîdên El Eqsa ya li bajarê Dêr El Beleh jî ragihand ku li herêma El Besayê di bombebarana li dijî koneke koçberan de 5 cenaze gihîştin nexweşxaneyê û 5 kesên din li nêzî devera Kissufim a li başûrê rojhilatê bajêr hatin kuştin.

Girêdayî mijarê, Nexweşxaneya El Şîfa ya li Xezayê diyar kir ku li benda alîkariyên mirovî ya li herêma Zêkêm a başûrê Xezayê li dijî kombûna welatiyên êriş hatiye kirin, 2 cenaz û 53 birîndar gihîştin nexweşxaneyê.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, ji ber şerê Îsraîlê ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve, piranî jin û zarok zêdetirî 62 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 156 hezar û 230 kes birîdnar bûne.

Têkildarî mijarê, Tevgera Hemasê ragihand ku wê pêşniyara nû ya agirbesta 60 rojî qebûl kiriye. Di pêşniyarê de tê gotin ku divê hêzên Îsraîlê vekişin deverên destnîşankirî, alîkariyên mirovî bi awayekî berfireh derbas bibin, li gorî pîvanên hemaheniya agirbesta berê dîlgirtî werin pevguherîn.

Li aliyekî din jî Nivîsgeha Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Karûbarên Mirovî, Tom Fletcher, aşkera kir ku di 2024ˊan de 383 xebatkarên alîkariyê, ku nêzîkî nîvê wan li Xezayê, li herêmên şer hatine kuştin.

(fr)