Li Helebê jinek ciwan hat revandin

Li taxa Suryan a Helebê jineke ciwan hat revandin. 

Li Helebê jinek ciwan hat revandin
19 tebax, 2025   11:21
HELEB

Li taxa Suryan a bajarê Helebê jineke ciwan a bi navê Lîmar Carûr hat revandin. Li gorî şahindan, kesên nenas ku li erebeyekê bûn, Lîmar revandin û xist erebeyê.

Bûyer  duh êvarî saet derdora 21.00’an, pêk hat, heya niha aqûbeta Lîmarê nayê zanîn.

Malbat û hevalên Lîmarê xebatên lêgerînê didomînin.

(bb)

ANHA