Di êrişa hewayî ya Îsraîlê de li Lubnanê 6 kes hatin kuştin

Di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser bajarokê Merwaniyeyê yê Lubnanê de 6 kes hatin kuştin.

Di êrişa hewayî ya Îsraîlê de li Lubnanê 6 kes hatin kuştin
2 hezîran, 2026   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Lubnanê îro ragihand ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de ku roja Duşemê bi şev li dijî avahiyek li bajarokê Merwaniyeyê yê li başûrê Lubnanê pêk hat, 6 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. 

Her wiha artêşa Îsraîlê şêniyên bajarê Nebatiye ku yek ji bajarên herî mezin ên başûrê Lubnanê ye, hişyar kirin û daxwaz kir ku ew ji malên xwe derkevin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin.

Artêşê Hizbullah bi binpêkirina peymana agirbestê tawanbar kir û diyar kir ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Hizbullahê berdewam bike.

(k)