Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 10 filistînî hatin kuştin

Li Xezayê di êrişên hêzên Îsraîlê de 4 filistînî hatin kuştin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 10 filistînî hatin kuştin
6 tîrmeh, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişên vê sibehê yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 2 jê hevjîn, 4 filistînî hatin kuştin û zêdetirî 20 kes birîndar bûn.

Hate zanîn ku êrişî zêdetir li ser taxên Til El Hewa ya Xezayê û herêma El Mewasî ya rojavayê Xan Yûnisê hatin kirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka şerê li Xezayê (7 Cotmeh 2023) ve 73 hezar û 096 kes hatine kuştin û 173 hezar û 553 kes birîndar bûne.

(bb)