Li xezayê di 24 saetan de herê kêm 81 kes mirin

Di encama êrişên hewayî yên 24 saetên dawî yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, herî kêm 81 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li xezayê di 24 saetan de herê kêm 81 kes mirin
29 hezîran, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê, di nava 24 saetên dawî de 81 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê diyar kir ku zêdeyî 400 kes birîndar bûn û tîmên ambûlans û parastina sivîl ji ber astengiyên li ser rê, bi zorê xwe gihandin mexdûran.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê sibeha Yekşemê banga veguhestinê li şêniyên gelek taxên li bakurê Şerîda Xezeyê kir. Artêşê diyar kir ku li van herêman wê li hemberî Hamasê ‘hêzeke zêde’ bi kar bînin û operasyonê dimeşînin.

Her wiha nexşeyek hate weşandin ku di serî de bajarê kevn û herêma Cîbaliyeyê gelek taxên Xezeyê bi rengê sor hatiye işaretkirin.

Şerê dawî yê li Xezeyê di 7’ê Cotmeha 2023’an de bi êrişa Hamasê ya li ser başûrê Îsraîlê destpê kir, ku beriya niha êrişeke bi wî rengî nehatibû kirin. Di êrişê de piraniya wan sivîl 1.219 kes ji Îsraîlê hatin kuştin. Her wiha 49 kes hatin revandin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku 27 ji dîlgirtiyan mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê piraniya wan sivîl zêdeyî 56.400 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hilweşîneke giran û felaketeke mirovî jî diqewime.