Li Xezayê 8 hezar û 796 kes hatine kuştin

Bîlançoya kuştî û birîndarên filistînî bilind dibe. Heta niha 8 hezar û 796 kes hatine kuştin. Her wiha ji ber êrişên li ser Xezayê gelek nexweşxane êdî nikarin xizmetê bikin.

Li Xezayê 8 hezar û 796 kes hatine kuştin
2 mijdar, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji 7′ê Cotmehê ve di encama êrişên Îsraîlê de zêdetirî 8 hezar û 796 kes hatine kuştin û 22 hezar û 219 kes birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku ji kuştiyan 3 hezar û 648 zarok in, li kêleka wê jî di 2 komkujiyên li Ceblayayê de hezar kes hatine kuştin û birîndaran bûne.

Nivîsgeha çapemeniyê ya hikumetê li Xezayê diyar kir ku 16 nexweşxane, 32 navendên tenduristiyê ji ber êrişên Îsraîlê êdî nikarin xizmetê bikin.

(fr)