Li Efrînê revandin û dizî dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî xelkê kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dikin. Di 72 saetên borî de 3 welatî hatin revandin, her wiha berhemên 70 darên zeytûnê hatin dizîn û bac li gelek welatiyên gundên Cindirêsê hatin ferzkirin.

Li Efrînê revandin û dizî dewam dikin
2 mijdar, 2023   11:30
ŞEHBA

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji navçeya Şerayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî hatine dayîn, 15 çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ beriya çend rojan bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Derwîş Reşo (47) ê ji gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê de girt û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan beriya Reşo birevînin bi awayekî hovane li wî û endamên malbata wî daye, di encamê de dayika Mihemed, Fatme birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Efrînê.

JINEKE ÊZIDÎ REVANDIN

Girêdayî heman mijarê çavkaniyekî din anî ziman ku çeteyên ′Polîsên Sivîl′ jina êzidî Sultane Semîr Ebdo (25) ji gundê Baflûnê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Her wiha heman çeteyan welatiyê bi navê Esmet Omer ji gundê Îkidamê yê navçeya Şera li ser paşxaneya pevçûna di navbera zarokê wî û zarokên malbatên çeteyan ên li gund de, revand.

Şahidên ji navçeya Mabeta aşkera kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker berhema 70 darên zeytûnê yên Ebû Heysem ê ji gundê Sêmalka yê navçeya Mabetayê diziye.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku çeteyên Hemzat ji 300 heta 500 dolar pere li niştecihên gundên navçeyên Cindirês û Mabetayê; Çolaqa, Feqîra, Keferdela Jorîn û Keferdela Jêrîn, ferz kirin. Li kêleka wê jî çeteyan li xelkê gundê Korka yê Mabetayê 250 tenekeyên zeytê ferz kir.

Li kantona Efrînê ji dema dagirkirina wê di Adara 2018′an de sûcên qirkirina etnîk û mezhebî, guhartina demografîk dewam dikin.

(fr)

ANHA