Li Xezayê 43 Filistînî hatin kuştin

Li Xezayê di encama êrişên artêşa Îsraîlê de 43 Filistînî hatin kuştin bûn.

Li Xezayê 43 Filistînî hatin kuştin
20 hezîran, 2025   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berevaniya Sivîl ya li Zîvala Xezayê ragihand ku di encama êrişên artêşa Îsraîlê ya li dijî deverên curbicur ên Xezayê de 43 kes hatine kuştin, ji wan 26 kes ji bo wergirtina alîkariyên mirovî li wan deveran bûn.

Li gor daxuyaniya Berevaniya Sivîl a li Xezayê, "Ew kes di êrişên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin" her wiha ragihand ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li wan deverên ku ev 20 meh in di bin dorpêkêçê de ne, dewam dikin.

(k)