Li Wanê sê caran li ser hev erd hejiya

Li navçeya Tûşba ya Wanê bi mezinahiya 3.4, 3.6 û 4.0 erd hejiya.

Li Wanê sê caran li ser hev erd hejiya
13 nîsan, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdhej li gorî dema herêmî saet di 11.30'î de qewimî. Serokatiya Rêveberiya Afetê û Rewşa Lezgîn diyar kir ku erdheja bi mezinahiya 3.6 pileyî li navçeay Tûşbayê rû da. Hate ragihandin ku erdhej bi 10.69 kîlometreyî li binê erdê qewimî.

Çend deqe piştî du erdhejên bi 3.4 û 3.6 pileyî, careke din li Tûşbayê erdheja bi mezinahiya 4.0 pileyî rû da.

Bajar û navçeyên derdorê bi erdhejê hesiyan. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehat.