Civîna Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê dest pê kir

Şandeya Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Rêvebriya Xweseriya Demokratîk û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê ji bo gotubêjkirina sîstema perwerdeyê rûniştin.

Civîna Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê dest pê kir
13 nîsan, 2025   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û desthilata Şamê de, şandeyek ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê duh çû Şamê. 

Şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, îro bi armanca nîqşkirina mekanîzmeya pêkanîna bendên têkildarî qada perwerdeyê û rêbazên hemahengiya meteryalan û yekkirina pîvanên fêrkirinê, bi nûnerên wezareta perwerdeyê ya desthilata Şamê re civiya.

Civîna herdu şandeyan didome.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku di 10’ê Adarê (2025) de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri peymanek ji 8 bendan pêk tê îmze kiribûn. Piştî îmzekirina peymanê ji bo pêkanîna xalên wê dest bi amadekariyan û hevdîtinan hatibû kirin.

Bendavên peymanê wiha ne:

-Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.

-Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.

-Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.

-Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.

-Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.

-Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.

-Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.

-Komîteyên rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.

(bb)

ANHA