Li Urdunê wê bi mijara Sûriyeyê civînek çaralî were lidarxistin

Rayedarên dewleta Tirk, Urdun, Iraq û Sûriyeyê dê îro bi mijara nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê bicivin.

Li Urdunê wê bi mijara Sûriyeyê civînek çaralî were lidarxistin
9 adar, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker, Urdun, Sûriye û Iraqê dê îro bi mijara nîqaşkirina rewşa Sûriye û Rojhilata Navîn li paytexa Urdun Emanê bicivin.

Li gorî ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomasî, wezarên karên derve, wezîrên parastinê, fermandarên leşkerî û serokên saziyên îstîxbaratê yên her çar dewletan wê beşdarî civînê bibin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê jî, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên got, "Bi tevlêbûna Iraqê wê beşdarên civînê li Emanê rewşa Sûriye û têkoşîna dijî terorê gotûbêj bikin."

(bb)