Li Ukraynayê di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kutşin

Li gorî rayedarên Ukraynayê, di êrişên hêzên Rûsyayê yên li ser Xarkîv û Odesayê de 3 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Li Ukraynayê di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kutşin
9 sibat, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Servîsa Rewşên Awarte ya Neteweyî ya Ukraynayê agahî li ser Telegramê parve kir û ragihand ku dronên Rûsyayê deverên niştecihbûnê yên li bajarê Bohdokhiv li herêma Xarkîv kir hedef. Di encamê de jinek û zarokekî 10 salî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

 Fermandarê Rêveberiya Leşkerî ya Odesayê Serhiy Lysak jî ragihand ku di êrişa bi drona Şahed de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn, her wiha zerar li avahiyên niştecihbûnê bûn.

Ji aliyê xwe ve, waliyê herêmê Oleg Kiper got, hêzên Rûsyayê êrişeke berfireh a bi dronan pêk anî.

(bb)