Kampa Rêveberiya Xweser ava kiribû, hikumet demkî weke destkeftiyeke xwe nîşan da

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kampa ku Rêveberiya Xweser di sala 2024’an de li Tebqayê ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê ava kiriye wekî destkeftiyeke xwe dibîne. Hikumetê ragihand ku dê koçberên li kampê lê bi cih bike.

Kampa Rêveberiya Xweser ava kiribû, hikumet demkî weke destkeftiyeke xwe nîşan da
9 sibat, 2026   12:06
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xelkê Efrîn-Şehbayê yên ku di sala 2024’an de ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji warê xwe bibûn, kampek li bajarê Tebqayê ava kir. 

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kampa Tebqayê wekî projeyeke ayîdî xwe dibîne û ragihand ku wê ev kamp ji bo bicihkirina koçberên li Idlibê ava kiriye.

Di vê çarçoveyê de saziyên hikumetê yên wekî "Meclisa Sivîl a Tebqayê" û "Gerînendeya Herêmê" yên girêdayî hikumeta demkî ragihand ku ew amade ne pêşwaziya kesên ku ber lehiyê zerar dîtine li kampê bi cih bikin. Saziyên hikumetê diyar kir ku kampa têra zêdetirî 500 hezar malbatî dike bi tevahî xizmetên bingehîn hatiye amadekirin.

Rêveberê herêma Tebqayê yê girêdayî hikumetê Mehmûd El Şêx ji medyayan re got, kamp amade ye di her demê de pêşwaziya mexdûran bike.

Medyayên ser bi hikumetê ve propogandaya kampê dike wekî ku destkeftiyeke mirovî ya hikumetê ye.

Komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 16’ê Çileya îsal de êrişî Tebqa û Reqayê kir. Di êrişê de koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên li van herêman vê carê ber bi Hesekê, Qamişlo û Kobanê ve hatin koçberkirin û niha li dibistan, mizgeft û holan bi cih bûne.

Ajansa me demek berê raporek berfireh li ser wargeha koçberan a Tebqayê weşandibû. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Stargeha Demkî ya li Navenda Sporê dest bi pêkanîan plana zivistanê ya kampê kiribû. Wekî gava pêşîn a amadekirina kampê, zemîna her konekî bi qasî 24 metreyî bi çemento hat seyandin û 140 kon hatin hazirkirin. Biryar bû ku di dema pêş de 70 konên din hatibana amadekirin.

Hevserokê Navenda Demkî ya Bicihkirina Koçberên Efrîn û Şehbayê Mistefa Mûsa di hevpeyvînek berê de diyar kiribû ku çadir riziya bûn ji ber ku ji mercên hewayî yên dijwar re nedibû. Her wiha anî ziman ku bi nêzîkbûna zivistanî re wan çadirên nû anîn û zemîna wargehê hazir kirin û li dora her konekî bilok bi qasî 90 sentîmtereyan bilind kirin da ku ji av û şilahiyê bên parastin.

Mûsa diyar kiribû ku di navbera konan de mesafeyek baş hatibû diyarkirin û ji bo tevgera çûn û hatinê jî kolanên şaxî û sereke û naverê hatin vekirin.

Ya ku îdiayên derew ên hikumeta demkî radixe ber çavan, mercên mirovî yên zehmet ên zêdetirî mîlyon koçberên li 801 kampên gundewarê Idlibê û 349 kampên li gundewarê Helebê ye. Tevî ku hikumetê soza bidawîkirina êşên koçberan dabû, lê heya niha tu gav neavêtiye. Piştî ku rêxistinên mirovî karên xwe li kampan dan rawestandin, zehmetiyên koçberan zêdetir bûn.

(bb)

ANHA