Li Tirkiyeyê hezaz: 3 kes mirin

Li bajarê Samsun ê Tirkiyeyê hezaz çêbû û ji heman malbatê 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Tirkiyeyê hezaz: 3 kes mirin
28 nîsan, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Canîkê ya bajarê Samsunê yê li bakurê welêt, bi ser beşa şûştina wesayîtan a stasyoneke sotemeniyê de kevir hatin xwarê. Li gorî agahiyên hatine parvekirin, ema kevir ketine, malbateke di wesayîtê de ku 4 kes bûn, di bin keviran de man. 

Di bûyerê de ji heman malbatê bav Adem Kaya (35) û keçên wî Açelya Mîna Kaya (7) û Ayla Kaya (5) jiyana xwe ji dest da. Her wiha dayik Çîgdem Kaya (29) jî bi giranî birîndar bû û tedawiya wê li nexweşxaneyê didome.