Trump piştî 100 rojan, çekên Hizbullahê û siyaseta Îranê mijarên rojnameyan bûn
Rojnameyên erebî îro performansa Trump a piştî 100 rojên li ser kar, krîza çekan a Hizbullahê û guhertina siyaseta Îranê nirxandin.

Rojnameyên erebî yên vê sibê der barê çend geşedanên siyasî yên herêmî û navneteweyî de nivîsand.
Rojnameya El Xelîc li ser performansa serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a 100 rojên ewil ên serokatiya wî ya duyemîn nivîsî û diyar kir ku ev performans hem li hundir û hem jî li qada navneteweyî bû sedema nîqaşên berfireh. Hinekan ew serketî û li gorî hêviyan, hinekan jî wek berdewama polîtîkayên dubendî û aloziyê nirxand.
Rojnameyê diyar kir ku Trump nêzîkatiya xwe ya tund a di siyaseta navxweyî û derve de domand ku bingeha piştgirîya wî xurt kir lê di heman demê de arîşeya siyasî ya li welêt zêde kir.
‘HETA ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ RANEWESTIN HIZBULLAH ÇEKAN BERNADE’
Rojnameya El Quds El Erebî behsa krîza çekan a Hizbullahê ya li Lubnanê kir. Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku heta ku Îsraîl herêmên li başûrê Lubnanê dagir dike û lîderê berxwedanê dike armanc, Hizbullah dê çekan bernede.
Rojnameyê diyar kir ku daxwaza bêçekkirina Hizbullahê beşeke zextên navxweyî û derve yên bi mebesta lawazkirina wê ye. Her wiha diyar kir ku ji bo çareserkirina vê arîşeyê pêwîstî bi lihevkirineke nîştimanî ya berfireh heye ku gefên herêmî û navxweyî li ber çavan bigire. Rojnameyê diyar kir ku her hewlek ji bo ferzkirina çareseriya bi zorê dikare bibe sedema teqîneke navxweyî.
‘SIYASETA NÛ YA ÎRANÊ: RÊVEBERIYA KRÎZÊ YA AQILANE’
Der barê Îranê de jî El Şerq El Ewset diyar kir ku piştî rûbirûbûna vê dawiyê ya bi Îsraîlê re, Îran guhertineke berbiçav û nêzîkbûneke realîst û pragmatîk nîşan dide. Ew êdî dizane ku hêza wê têra aloziyên leşkerî yên mezin nake. Rojnameyê diyar kir ku Tehran dest bi siyaseteke "rêveberiya krîzê ya aqilane" kiriye ku bikare hebûna xwe ya stratejîk biparêze bêyî ku bikeve nav şerekî berfireh ku hevsengiya wê ya herêmî têk bibe.
Rojnameyê diyar kir ku Tehran tê digihêje ku berjewendiyên wê yên stratejîk, hem di warê bandora herêmî û hem jî bernameya wê ya nukleerî de, pêwîstî bi hevsengiyeke tevlihev heye ku hem xwe biparêze û hem jî nekeve nava provokasyona hêzên mezin, di serî de jî Amerîka.