DYA: Li 800 hedefên Hûsiyan hate xistin

Artêşa DYA’yê ragihand ku ji 15’ê Adarê ve li Yemenê li 800 hedefan xistine û di encamê de bi sedan çekdarên Hûsî kuştine û navendên girîng hatine rûxandin.

DYA: Li 800 hedefên Hûsiyan hate xistin
28 nîsan, 2025   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh ragihand ku ji nîvê Adarê ve li Yemenê li dijî Hûsiyan êrişên dijwar pêk anîne û li zêdetirî 800 hedefan xistiye. 

Artêşê aşkera kir ku di encama êrişan de bi sedan çekdarên Hûsî kuştine û tesîsên girîng ên wekî navendên fermandarî û kontrolê, pergalên parastina hewayî û kargehên çekan hatin rûxandin.

Kanala El Mesîra ya girêdayî Hûsiyan, ragihand ku di êrişa hewayî ya roja Yekşemê ya DYA’yê de 8 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Hûsiyan her wiha ragihand ku êrişên din jî li baregehên Saada yên bakur û wilayeta Amranê ya li bakurê Sanayê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyên Hûsiyan ku AFP’ê parve kirine, hejmara kuştiyên êrişên DYA’yê yên li Yemenê gihaşt 228’an.

Hûsî îdia dikin ku piştî êrişa Hemasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan ku bû sedema şerê bi Îsraîlê re, ew bi filistîniyên li Xezayê re di nava hevkariyê de ne. Artêşa DYA’yê jî ji Çileya 2024’an ve armanc dike êrişên fuzeyî yên li ser Îsraîlê û keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor rawestîne. Piştî serokê DYA’yê Donald Trump hat ser wezîfeyê, êriş dijwartir bûne.