Li Tirbespiyê komkirina dobelanan

Her bihar Zinar û hevalên xwe li deşta gund li dobelan berhev dikin.

Li Tirbespiyê komkirina dobelanan
Li Tirbespiyê komkirina dobelanan
Li Tirbespiyê komkirina dobelanan
Li Tirbespiyê komkirina dobelanan
Li Tirbespiyê komkirina dobelanan
Li Tirbespiyê komkirina dobelanan
16 adar, 2024   05:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Destpêka biharê, bi dehan şêniyên li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ji bo komkirina dobelanan berê xwe didin deştan. 

Dobelan curyeke kivarkan e. Bejî ye û piştî barîna baranê ji bin erdê bi kûrahiya 5 heta 15 centîmeriyan şîn dibe. Di amadekirina xwarinan de tê bi karanîn, her dobelanek di navbera 30 heta 300 gram e û di nava givarkan de ya herî biha ye.

Zêdetirî 4 saetan Zinar û dostên xwe li dobelanan digerin. Rojane di navbera 20 heta 30 liban de kom dikin. Yanî derdora 2 kîlogram dobelan berhev dikin.

Têkildarî vê mijarê Zinar Murad got: "Dobelan gelek bi sûd e û çêja xwe wê gelek xweş e. Di biharê de em wê berhev dikin. Çûyîna deştan û lêgerîna li dobelan ji bo me wek seyranekê ye."

Zinar û gelek kesên din bi amûrekî ji hesinê zirav erdê li cihê lê dombelan şîn bûye, dikole û dûre bi baldarî li dorê dikulin û wê ji erdê hêldikin.

Dobelan li deştên herêma Aliya ya di navbera gundewarê Tirbespiyê heta rojhilatê Girkê Legê de şîn dibe. Du cureyên wê hene, spî û qehweyî ye. Cureyê spî, ji cureyê din xweştir e.

Berhevkirina dobelan ji destpêka biharê (Adarê) heta destpêka Nîsanê berdewam dike. Piştî ku deşt têje giya dibe lêgerîna wê zehmet dibe.

(şx)

ANHA