Hêzên Îsraîlê li Quneytrayê bi ser malan de girt

Hêzeke Îsraîlê vê sibê kete derdora bajarokê Semdaniyê li başûrê Qunetrayê û bi ser çend malan de girt.

Hêzên Îsraîlê li Quneytrayê bi ser malan de girt
15 cotmeh, 2025   12:01
NAVENVA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê ya ku ji 8 erebeyên leşkerî, dozerek û 2 tankan pêk tê, kete derdora gundê Tilkerem ê rojhilatî bajarokê Semdaniyê li başûrê Qunetrayê.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku hêzeke din a Îsraîlê kete gundê Ofaniya yê gundewarê Quneytrayê û bi ser çend malan de girt.

(k)