Sersaxî dan malbatên 2 şehîdan

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbatên şehîd Ramî Mihemed Xelef û Macid Îbrahîm Îsa re xwest.

Sersaxî dan malbatên 2 şehîdan
Sersaxî dan malbatên 2 şehîdan
Sersaxî dan malbatên 2 şehîdan
Sersaxî dan malbatên 2 şehîdan
14 kanûn, 2025   14:56
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbatên şehîdên QSD’ê Ramî Mihemed Xelef û Macid Îbrahîm Îsa re xwest. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Ramî ya li taxa Mişleb a bajarê Reqayê hat vedan.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmeke pêk hat. Di merasîma bi rêzgirtinê dest pê kir de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn El Elî axivî. Şêrînê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got, şehîd Ramî û Meclid bi xwîna xwe ya pak destanên rûmet û serferaziyê nivîsandin û alaya ku hildane wê timî li ba be.

Hevserokê Meclisa Bajarê Reqayê Luey Îsa jî bi navê şêniyên Reqayê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got, bi saya keda şehîdan herêm ewle ye.

Birayê şehîd Ramî, Hesen Xelef jî  axivî, sersaxî ji beşdaran re xwest û soza domandina rêya şehîdan da.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Şervanê QSD’ê Ramî Mihemed Xelef 6’ê kanûnê (2025) di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Tebqayê şehîd bûbû. Macid Îbrahîm Îsa jî 24’ê kanûna 2024’an li bajarê Minbicê şehîd bûbû.

(b)

ANHA